Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye 2023-08-30 09:53:22   ENQERE - Emîne Şenyaşar tevî nexweşiyên xwe jî têkoşîna xwe ya edaletê ya ji Rihayê veguhestî Enqereyê didomîne. Şenyaşar, wiha dibêje: “Bila kurê min berdin da ku ez jî biçim mala xwe.”    Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de ji Malbata Şenyaşar Celîl, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Yildiz û xizmên wî li nexweşxaneyê jî êrişî malbatê kirin. Di êrişê de bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî yên birîndar Celîl û Mehmet Şenyaşar hatin qetilkirin.    TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA JI RIHAYÊ BER BI ENQEREYÊ VE    Dema bûyer qewimî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê yê demê Ahmet Eşref Fakibaba, Waliyê Rihayê, qeymeqamê Pirsûsê û midûrê emniyetê jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Di wê navberê de dest danîn ser qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê. Fadil Şenyaşar, di êrişê de bi birîndarî hate xelaskirin û derheqê wî de doz hate vekirin. Doz, di 2’yê nîsana 2021’ê de hate lidarxistin û 37 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li kekê parlamenterê AKP’ê Emre Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Piştî biryara behsa xeberê, Emîne Şenyaşar û kurê wê yê ji komkujiyê rizgar bûy Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Ferît Şenyaşar, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Danişîna dawî ya Fadil Şenyaşar di 18’ê tîrmehê de hate lidarxistin û nehat berdan. Li ser vê yekê malbatê biryar da ku nobeta xwe veguhêzin Enqereyê. Vaye bû 35 roj ku malbat her roj diçe ber deriyê Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Lê her carê bi hincetên weke “wezîr li derveyî bajar e” û “wezîr di civînê de ye” destûr nayê dayîn ku hevdîtin were kirin.    LI BER SERIYÊ DOŞEKA WÊ DAXWAZA EDALETÊ HEYE    Li bendê ye ku Emîne Şenyaşar ji her du çokên xwe emeliyat bibe. Li gel vê, dê ji çavên xwe jî emeliyat bibe û tedawiyeke giran a psîkolojîk dibe. Tevî ewqas tiştên neyînî jî ji sala 2021’an heta niha Nobeta Edaletê bênavber didomîne. Me bi Emîne Şenyaşar re rojek derbas kir. Di saetên serê sibehê de em hatin ba hev. Li odeyeke mêvanxaneya ku dema li Enqereyê lê diman ez pêşwazî kirim. Nivîsa “Edalet” a li rex doşeka wê hatiye nivîsandin bala mirov dikişîne.    Şenyaşar, beriya taştê û piştî wê li ser vê doşeka ku li jor a wê “edalet” hatiye nivîsandin rûdine û dermanên xwe dixwe. Nanê ku ji bo çûkan xistiye nava peçeteyê didane kêleka pacê û piştre dest bi amadekariyên Nobeta Edaletê dike. Emîne Şenyaşar, ji hêla kesên li mêvanxaneyê ve bi gotina “Dayê” tê pêşwazîkirin.    ÊDÎ HER KÊLIYA JIYANA WÊ BÛ ‘EDALET’   Ji rêya mêvanxaneyê ya ber bi Meclisê ve em dibin şahid ku nivîsa “Edaletê” di her kêliya jiyana malbata Şenyaşar de cih girtiye. Dema diçûm odeya Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî li ser odeya wî “Edalet” hatiye nivîsandin. Dema mirov dikeve odeya wî jî li dîwarê pêşberî mirov, li ser sehpayê, bi kurt û kurmancî li her deverê peyva edaletê derdikeve pêşberî mirov. Xwendin û nivîsandina Emîne Şenyaşar nîne û dibêje: “Ez ji vê nivîsê hîn dibim ku hatime odeyê. Nexwe ez ê li vir winda bibim.” Çawa ku dikeve odeyê yekser wêneyê neviyên xwe yên li ser maseyê hildigire. Li ser hev jê re telefon tên û bi nevî, bûk û keçên xwe yên ji ber têkoşîna edaletê demekî dirêje nedîtine re diaxive.    Emîne Şenyaşar bi wêneyên lê dinihêre re dest bi axaftina xwe dike û wiha dibêje: “Sê kesên di vî wêneyî de zarokên Celalê min in. Ev yê Ferît e û ev jî zarokê Fadil e. Min gelek bêriya wan kiriye ku li cem wan rûnim. Zarokên Celalê min kirin êtîm. Dema Fadil hatibû girtin zarokê wî du mehî bû. Niha mezin bûye, neviyên min bi tenê man. Telefonan vedikin û dibêjin; ‘tu dê kengî werî.’ Kurekî min di girtîgehê de ye, yên din di bin axê de.”    ‘KURÊ MIN BERDIN DA KU EZ JÎ BIÇIM MALA XWE’   Şenyaşar, bi bîr dixe ku di tevahiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê de hatine derbkirin û binçavkirin û wiha pê de çû: “Dê Ferît jî bikuştina. Polîsan bi qirika wî girtin. Min banga alîkariyê kir lê ma dê kê cisaret bikira û bihata? Destûr nedan ku em li wir rûnin. Dê kurê min bikuştina. Bi qirika wî digirtin. Ma ev dewlet e, ma ev edalet e? Fadil sewqî Amedê kirin. Xistin beşa venihêrîna awarte. Bo wî serûm girê dan. Piştre jî xistin girtîgehê. Bi serûman derbasî girtîgeheke dûr kirin, xistin odeya yekkesî. Ne em dikarin biçin û ne jî parêzer. Ev bû çend sal di odeyekê de tê ragirtin. Malbata min, mala min ji hev belav kirin. Ji ber êşa xwe çûm li wir rûniştim. Destûr nedan ku em rûnin. Ji her çar aliyan mirov hatin cem me. Parêzerên me û baro her tim li cem me bû. Em li wir rûniştin û li devera hêj pêş de jî rûniştin lê destûr nedan. Em derb dikirin. Jixwe bi zor û zehmet rûdiniştim. Li ser me berf û baran dibariya. Ji bo ku kurê min berdin, di kele kela havînê de li wir rûniştim. Min got; ‘kurê min berdin da ku ez jî biçim mala xwe.’”    Şenyaşar, got ku li Rihayê edalet nedît lewma têkoşîna xwe derbasî Enqereyê kirine û wiha domand: “Hêj niha jî ez nikarim li malê rûnim. Qeydên me li cem dewletê ne, li cem hikûmetê ne. Hem Erdogan hem jî polîs dizanin ku tu sûcê zarokên min nîne. Neviyên min her roj li min digerin û pirsa ‘dê kengî werî’ ji min dikin. Ev bû mehek li vir li edaletê digerim. Lê deriyan li ser me qifle dikin. Nahêlin kesek were cem me. Jixwe ez ê ji çav û lingên xwe emeliyat bibim. Êdî bes e! Kurê min berdin da ku ez jî biçim mala xwe. Kesên êrişî zarokên min kirin bigirin.”    ‘DEWLET QEYDAN VEDIŞÊRE’   Dayik Şenyaşar, bi bîr xist ku zarokên wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Nexweşxane bi guleyan kun kun kiribûn. Nexweşxane boyax kirin, qeydên kamerayan jê birin, alîkarî dan esnafên cîranên Celal û qeyd veşartin. Qeydên dikanê jêbirin. Li cihekî nêz dikanek hebû, qeydên wê jî tune kirin. Ev dewlet, ev hikûmet qeydan tune dike û vedişêre. Xwîna zarokên min vedişêre. Erdogan jî pişta van kesan digire. Kesên zarokên min kuştin hatin dadgehê û biryara beraetê dan. Zarokên min li nexweşxaneyê hatin kuştin. Ma Erdogan ev nexweşxaneye ji bo ku mirov tê de bên kuştin çêkiriye? Ma ji kesên komkujiyan dikin parlamenter dibe? Erdogan jî dizane ku zarokên min bêguneh in. Ji ber ku Xelîl pere da lewma kirin parlamenter.   EZ Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIM   Kesên ev komkujî kirine niha li derve digerin û li me jî deriyan digirin. Êdî çi halê min nema ye. Bila kurê min berdin û kujerên zarokên min bên girtin. Qeyd, li gel dewletê ne. Hûn çima vedişêrin? Ma mirov li nexweşxaneyê tên kuştin? Bila kurê min berdin da ku ez jî biçim mala xwe. Ez nexweş im divê emeliyat bibim. Ez ê piştî emeliyatê jî çalakiya xwe rûniştinê bidomînim.”    Piştre jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar çû revîra Meclisê. Nikare xwe li ser pêyan bigire lewma li kursiya biteker siwar dibe û ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve dikeve rê. Em careke din bi astengkirina polîsan a ji roja ewil heta niha didome re rû bi rû dimînin. Tevî astengkirina polîsan jî Emîne Şenyaşar li pêşiya Wezareta Dadê banga edaletê dike. Tevî ku 3 saetan li wir disekine jî destûr nayê dayîn ku bikeve Wezareta Dadê. Piştî çalakiyê, Şenyaşar vedigere Meclisê.    MA / Yusra Batihan