Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan 2023-08-30 10:14:06   WAN - Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbataya hevşaredariyê nedanê diyar kir ku şaredariya AKP'ê her tim deynd dike û şaredariyê 100 milyon TL xistiye bin deyn.    Polîtîkaya qeyûman a ku hikûmetê di 11'ê Îlona 2016'an de dema ku hevşaredarên DBP'ê ji wezîfeyê hatin dûrxistin xist meriyetê, qeyûman bi dûrxistina Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji wezîfeyê dewam kir. AKP'ya ku beriya hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an amadekariyên qeyûman dikir, bi hinceta ku hevşaredarên HDP'yî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji wezîfeyê hatine girtin, li şaredariyên ku bi ser ketine de mazbatayên wan nedan.  Li şûna hevşaredarên HDP'ê namzetên ku AKP'ê ku di hilbijartinê de têk çêbûn kirin şaredar.    Peywira Hevşaredarê Tûşbaya Wanê bi rêjeya ji sedî 52,93 dengan bi dest xist, bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbatayê dan namzetê AKP'ê. Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku erka wî nehat dayîn, behsa kirinên şaredariya ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, kir.   'CIHÊN KU BI SER NEKETIN DESTESER KIRIN'    Berkî, anî ziman ku AKP dizanibû ku nikare şaredariyên Wan û Tûşba bi dest bixe, polîtîkaya desteserkirinê xist dewrê û got: “Tuşba; navçeyek geştyarî, çandinî û sewalkariyê ye. Dema ku me şaredarî bi dest xist, em ê hewl bidin ku xizmeta van herêman bikin, bi gel re bixebitin û şaredariya civakî pêk bînin. Li ser vê projeyên me hebûn. Navçeya Tûşba herêmeke geştiyariyê ye, lê gelê me nikare here û bikeve golê. Plaj hatin girtin û dagirkirin. Dîsa her devereke navçeyê pîs e, mirov nikarin li parkan bi rehetî bimeşin, rûnin û rihet bibin. Tu dever nînin ku xelk lê wargeh û betlaneyê lê bihêlin."   ŞAREDARÎ HATIYE DEYNDARKIRIN    Berkî destnîşan kir ku şaredariya AKP'ê zêdetirî 100 milyon TL Şaredariya Tûşbayê xistiye bin deyn û wiha got: “Akman ê AKP'yî her tim ji şaredariyê sewqiyata deynan dixwaze. Bi gotineke din, deyn bi rêya Banka Iller têne kişandin. Şaredarî her ku diçe deyndar dibe. Wekî hemû şaredariyên herêmê, Şaredariya Tûşba jî di nava şaredariyên xwedî deynên giran de ye. Malên şaredariyê hebûn, hemû hatin firotin. Li ser erdên li kêleka şaredariyê xanî hatin çêkirin û ev xanî diyarî kesekî kirin. Yanî li ser erdên şaredariyê bi alîkariya piştgiriyê xanî tên çêkirin. Neciyên şaredariyê bi vî awayî hatin bexşandin. Şaredarî dikaribû van erdan bi gelek awayên cuda ji bo berjewendiya gel bi kar bîne. Lê ew tenê ketine derdê wê çawa mal û milkê şaredariyê pêşkêşî alîgiran bike. Me soz dabû ku em ê bi feraseta ‘şaredariya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan' şaredariyê bi rê ve bibin, lê ji bo ku ev feraset, ev paradîgma pêk neyê, şaredariyên me desteser kirin.”