Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe 2023-08-30 10:54:57   AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Fêmkirina ji birêz Ocalan tiştek cuda ye, lê ya herî girîng ew e ku paradîgmaya wî em bixin hiş û jiyana xwe. Wê demê em ê bibînin ku dê tecrîd pûç bibe."    Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) Zekî Baran tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan nirxand.    'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN FAŞÎZM Û ŞER BIDOMÎNIN'    Baran bal kişand ser agahî negirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin jî; dixwaze bi giştî birêz Ocalan tecrîd bike, têkiliya wî bi civakê re qut dike, fikir û ramanên wî îzole dike. Beşa ku nayê dîtin û hîskirin, zemîna polîtîkayên şer ên heyî û israra di berdewamkirina faşîzm û pevçûnan de ye, ku xwe bi nakokiyên di nava civakê de diafirîne. Dema ku dewletan dît ku birêz Ocalan bi rola xwe çawa radibe û têkiliyek çawa bi civakê re çêdike, li Tirkiyê zemînek baş ya aşitiyê ava bûye, nakokî bi dawî bûne û çawa ev aşitî afirandiye, ne tenê hêviyek daye gelên Tirkiyeyê, lê ji gelên bindest ên hemû cîhanê re hêviyê tîne. Têkoşîna di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst de bi kûrahiyeke awarte didom. Tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve didome; Hewldana Modernîteya Kapîtalîst ew e ku serweriya Modernîteya Demokratîk bike."     'TÊKOŞÎNA JINAN MÎNAKA ŞÊNBER A PARADÎGMAYA OCALAN E'    Baran destnîşan kir ku ew di têkoşîna azadiya jinan de wek mînakek razber dibînin ku kes nikare pêşî li belavbûna paradîgmaya Ocalan bigire û wiha got: "Di roja îroyîn de dirûşma jinên kurd 'Jin, jiyan, azadî' li hemû cîhanê deng veda û jinên azadîxwaz vê sloganê li ser zimanê xwe hiştin, nîşaneya herî berbiçav a paradîgmaya birêz Ocalan e. Tevî tecrîda li ser birêz Ocalan jî em şahid in ku parêznameyên wî li gelek zanîngehên cîhanê weke pirtûkek dersê tên bikaranîn û ev eleqe roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî ev paradîgmaya li rojavayê Kurdistanê bûye mîna şiklê goşt û xwînê. Fikra ku di destpêkê de bi 5-6 kesan derketiye holê ye, lê îro hûn lê dinêrin; heke vê fikrê, vê paradîgmayê sînor derbas kiribe, bi milyonan mirov şopandibe û sempatî çêkiribe, em dikarin tenê bi navekî pênase bikin, ev rastî bi xwe ye. Rastî nirxên gerdûnî ne, heqîqet li her derê yek e. Bi vî awayî mirov dikare paradîgmaya birêz Ocalan pênase bike. Xwendina bîrdoziya birêz Ocalan tiştek cuda ye, têgihîştina wî cuda ye, lê ya herî girîng zindîkirina paradîgmaya wî ye. Ew e ku di her warê jiyana rojane de mervi bîrdozaiya bike wek rêber û li gorî paradîgmaya wî jiyanê dîzayn bike. Wê demê em ê bibînin ku tecrîda vê pergalê ku li ser birêz Ocalan disepîne çawa pûç û vala derkeve."    'HEVDÎTIN DÊ BÊHNEKÊ BIDE CIVAKÊ'    Baran diyar kir ku heke bi Ocalan re danûstandina sîstematîk çêbibe dê xweşî û bihar were Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Dema bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin tê kirin, li welat atmosfereke aştiyê çêdibe. Dema ku em van dibêjin, em texmînan nakin, şîroveyan nakin, em rastiyeke heyî tînin ziman. Me di demên borî de mînakên herî berbiçav ên vê yekê dîtin û qewimîn. Di diyaloga bi birêz Ocalan re em bûn şahid ku ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hikûmetê jî nêrîn û pêşniyarên wî hebûn, banga demokratîkbûna vî welatî û qebûlkirina maf û azadiyên bingehîn ji aliyê her kesî ve kir. Dema ku ev bang hatin bersivandin, em bûn şahid ku di nava civakê de aştî, atmosfereke aşitiyê û asteke refahê ya aborî pêk hat. Me hemûyan dît ku di rewşên herî krîzê de peyama birêz Öcalan di nav civakê de çawa cih girt û gel bi wate nêz bû. Tenê bila civak bizanibe bi birêz Ocalan re hevdîtin heye, nêrîn û pêşniyarên wî bi awayekî saxlem û objektîf ji civakê re tên ragihandin. Hevdîtina îro bi birêz Ocalan re bê guman wê bêhnekê bide vê civakê."    RAKIRINA TECRÎDÊ    Baran da zanîn ku ew wek MED TUHAD-FED'ê banga rakirina tecrîdê dikin û got: "Gelek nêrîn û fikir hene ku divê tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan di zûtirîn demê de bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Ya girîng ew e ku van hêviyên civakê bi giştî birêxistin bikin, hêza rêxistinbûyî derxin holê, veguherînin reflekseke civakî. Divê em hemu bikevin nava hewldanan û serê xwe biêşînin ku ka em ê çawa tecrîda ji birêz Ocalan rakin. Di rakirina tecrîdê de her kes berpirsiyar e."    MA / Eylem Akdag