Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne 2023-08-30 11:34:41   AMED - Wezareta Çand û Turîzmê hewl dide Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherîne “Qada Muze û Çandê.” Avahîsaz Şerefhan Aydin diyar kir ku armanca ji vê projeyê ew e ku “hafizeyê bidin jibîrkirin” û ev tişt anî ziman: “Divê di her santîmetrekareya Girtîgeha Amedê de hafize were parastin.”    Înşaeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê di sala 1972’yan de dest pê kir û di 4’ê tîrmeha sala 1980’an de hate vekirin. Piştî Darbeya 12’ê Îlonê jî dewrî rêveberiya leşkerî hate kirin û weke “Girtîgeha Leşkerî ya Rêveberiya Awarte” hate bikaranîn. Ji vê dîrokê ve êdî veguherî navenda îşkence û mimaleya xerab. Di navbera salên 1981-1984’an de herî kêm 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, weke navenda berxwedanên mezin di dîrokê de cihê xwe girt.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di mitînga xwe ya di 22’yê cotmeha 2022’yan a li Amedê de got ku dê girtîgehê veguherînin muzeyê. Ji bo ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê weke “Qada Muze û Çandê” were bikaranîn, di 11’ê cotmeha 2022’yan de di navbera Wezareta DAdê û Wezareta Çand û Turîzmê de protokolek hate îmzekirin. Bi vê yekê re girtîgeh dewrî Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar hate kirin. Di 24’ê cotmeha 2022’yan de jî hate valakirin.    KOORDÎNASYONA GIRTÎGEHA HEJMAR 5’Ê HATE AVAKIRIN    Avahiya sereke ya girtîgehê ji 49 hezar û 204 metrekareyan û ji 5 blokan pêk tê. Tê plankirin ku di hundirê wê de kompleksa sporê, atolyeyên kar, sehaya futbolê ya servekirî û muştemîlat bên çêkirin. Ji bo qada sergirtî ya ji nêzî 17 hezar metrekareyan jî avakirina muzeyên bîr û etnografyayê, eywanên pêşangehan, pirtûkxane û eywanên etûtan, şano û hunerên dikê û atolye tê plankirin. Li qadên servekirî jî qadên ji bo çalakiyên piralî û arkeolojîk, otopark, peyzaj û rekreasyon bên çêkirin. Komeleya Hewldana 78’an, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Dodeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED)  jî dibêjin ku dewlet hewl qada girtîgehê bi gelek tiştan dagir bike hafizeyê bidin jibîrkirin. Di vê çarçoveyê de van saziyan Koordînasyona Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ava kirin.    Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê yê serdema berê û endamê koordînasyonê Şerefhan Aydin têkildarî “projeya muzeyê” û nerazîbûnên heyî axivî.    'DIVÊ MEKANA BÛYE HAFIZE WERE PARASTIN’   Aydin, got ku di navbera salên 1981-1984’an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê zilmeke mezin hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Hema hema ev mekan bûye parçeyeke hafizeya kolektîf a tevahiya civakê. Her wiha mekana berxwedana li dijî îşkenceyê ye. Anku ev mekane di hafizeya civaka kurd û muxalîfên demokrat de ye. Divê were parastin. Veguherandina vê girtîgehê weke muzeyê, daxwaza civakê bû. Lê bi projeya hatiye pêşkeşkirin re dixwazin vê hafizeyê bidin jibîrkirin. Ji bo îhaleya projeyê 3 fîrma hatine vexwendin. Em dibînin ku bi van kompleksan dixwazin hafizeyê bidin jibîrkirin. Proje dê ne tenê bibe mekana hafizeyê, di heman demê de dê bibe muzeya etnografyayê. Dê tiştên dîrokî yên di encama xebatên arkeolojîk de hatine dîtin, bînin vê derê. Bi vê yekê re dixwazin muzeyê ji bo ziyaretvan/mişteriyan bi kar bînin. Anku dixwazin hafizeya vê derê di bin siya wê muzeyê de bihêlin.”   MÎNAKA SÛRÊ DA   Aydin, axaftina xwe wiha qedand: “Em li gel dînamîkên din ên bajar ketin nava hewldanan. Gava ewil hate avêtin û Koordînasyona Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hate avakirin. Em tevî gelek saziyan tên ba hev û hewl didin midaxilî vê pêvajoya projeyê bibin. Ji ber sicîla qirêjî ya pergalê, fikarên me hene. Hewldaneke wan a pir zêde heye ku hafizeyê tune bikin. Sûr, mînaka vê ye. Avahiyên hezar salî hatin hilweşandin û ev tiştên beredayî çêkirin. Em ê nehêlin heman tişt li vir bê kirin. Divê hafizeya Girtîgeha Amedê em veguhêzin roja me. Em dixwazin tevahiya 5 blokan ên hucre lê hene veguhere ‘muzeya hafizeyê.’ Lê bi qasî me bihîstiye, beşeke pir biçûk dê bikin muze. Lê dema proje çêdikirin diviya bû rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî jî tev li bikirana. Ji bo projeya nû ya girtîgehê divê lijneya zanistê yan jî şêwrê were avakirin. Divê di dema çêkirinê de şahidên wê demê û xizmên wan hebin.”    MA / Mujdat Can