Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê 2023-08-31 00:27:03   AMED –  Cenazeyê Şakîr Tûran ê li ber Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Yenîşehîrê bi saetan hat sekinandin, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê.    Girtiyê nexweş Şakîr Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Erzingan a Tîpa L'yê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bû, îro danê sibehê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Megucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Tûran piştî karê otopsiyê yê li Saziya Tiba Edlî ya Erzinganê, danê êvarî ber bi Amedê ve hat birêkirin. Cenaze li ber Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Yenîşehîrê hat sekinandin. Şandeya ku Parlementera Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû, Parlementerên Amedê Serhat Eren, Ceylan Akça û Adalet Kaya jî di nav de, ji bo destûr bê dayîn cenaze bê bajêr, pêwendî bi polîsan re danîn. Lê belê polîs nahêlin cenaze têkeve nava bajêr. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren wiha bertek nîşanî polîsan fa: "Hûn zilmê li cenaze dikin."    Lê piştî demeke dirêj a girseyê, destûr hat dayîn ku cenazeyê Tûran sewqî morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê bê kirin. Cenazeyê Tûran radestî morga nexweşxaneyê hat kirin. Sibê serê sibehê bi hatina malbatê re dê cenaze ber bi Mêrdînê ve bê şandin.