Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe! 2023-08-31 09:02:43 ŞIRNEX - Şaredariya Elkê ya ku 5 sal in ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, rêyên tax û navenda navçeyê çênake, lê belê ji baregehên leşkerî re jî rêyên asfaltkirî tên çêkirin. Şeniyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rê ji çiyayan re birin, lê ji me re neanîn."  Navçeya Elkê ya Şirnexê bi salane bi polîtîkayên taybet ê "ewlehiyê" tê birêvebirin. Navçeya ku her derê wê bi leşkeran ve dorpêçkirî ye heta niha her tim ji xizmetê bêpar hatiye hiştin. Navçeya Elkê ya ku çavkaniyên avê yên zêde lê hene, bi salan e bi pirsgirîka avê û rêyan re rû bi rû ye. Li navçeyê rê ji ber wesayîtên zirxî yên leşker û polîsan xerabe ne û nayên bikaranîn. Rêyên baregehên leşkeriyê tên çêkirin û asfaltkirin, lê belê daxwaza gel a çêkirina rêyên taxên wan û sûka wan ji aliyê şaredariya AKP'ê ve tên paşguhkirin. Rêyên taxa Karşiyaka, Tatar û sûka navçeyê nayên çêkirin. Şêniyên taxa Karşiyakayê bertek nîşanî şaredariya AKP'ê dan û bang şaredariya AKP'ê kirin ku xizmeta gel bike.    'JI BAREGEHÊN LEŞKERIYÊ RE  DIBIN'   Nîhat Tîmûr (52) anî ziman ku ji ber wesayitên leşkeriyê li navçeyê kes nikare wesayitan bi kar bîne û got ku dewlet li navçeyê tenê ji baregehên leşkeriyê re rê dibe û wiha axivî: "Bi salan e li ser navê xizmetê tiştek nehatiye kirin. Ew kevirên parkê tenê ji bo alîgirên xwe datîne. Her sal didin ber îhaleyê û paşê dişkînin. Ji ber wesayîtên barkirî yên leşkeran rê tim xerabe ne. Li Elkê kes nikare wesayitê bi kar bîne. Ew wesayîta ku bi kar tînin jî tenê 2 salan bi kar tînin, ji ber rêyan xerab dibe. Her wiha li vir kêmasiya avê mezin e. Bi salan e pirsgirêka me ya avê heye. Pêdiviya navçeyê bi ava paqij heye. Ji sedî 90'ê avê niha ji bo baregehên leşkeriyê dike. Gel tî ye. Qenalên avdanê yên bi rêkûpêk tune ne, em nikarin ava paqij vexwin. Tenê şaredarî reklamê dike. Dema ku şaredarê nû hatî bi dehan soz dan. Lê yek soza xwe jî pêk neanî.Tenê ji bo alîgirên xwe xebitî.  Wesayîtê ambulans û îtfaiye nikarin bikevin taxê. Dêya min di nav nivînan de ye, nexweş e. Ez ji nêçariya xwe her zivistanê diçim Silopiyayê dimînim. Ji ber ku pirsgirêka çûnûhatinê heye em nikarin li vir bimînin. Çend caran em çûn qeymeqamtiyê, em çûn şaredariyê jî lê tiştek nehat kirin. Serokê şaredariyê diçe, li gundan wêneyan dikişîne, reklaman dike, diçe rêyan ji baregehên leşkeriyê re dibin. Lê ji bo navçeyê xwe jî tiştek nehatiye kirin. Heta ku rêyên govên alîgirên wan jî hatine asfaltkirin. Lê rêyên taxên me nayên çêkirin. Dema ku nexweş çêdibin em wan jî li ser pişta xwe dibin."    'ŞAREDARIYA AKP'Ê DURÛTIYÊ DIKE'   Ji şêniyên taxê Nazîre Aykût (65) bi lêv kir ku şaredariya AKP'ê ji sozên dayî yek jê jî neanıye ci û wiha got: "Baweriya me bi partiyan hat. Me digot dê ji me re xızmetê bikin û em jî dê jiyaneke xweş derbas bikin. Lê belê heta niha jî me ti xızmet nedîtiye. Ji bo ku pirsgirêkên me çareser bibin em gelek caran çûn cem qeymeqam, şaredar. Lê belê çareser nekirin. Soz dabûn me ku ew ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Kevirê parkê ne zêre. Em 2-3 caran jî çûn şaredariyê lê çareser nekirin. Bi salane riya taxa me nayê çêkirin. Mirov dibêje qey em hatine cezakirin. Kesek qasî min AKP nediparast û baweriya xwe nedabû AKP'ê. Lê ez niha lê dinêrim dûritiyê dikin, nijadperestiyê dikin. Divê ku di xizmetê de dûritî nebe. Divê ku xizmet ji her kesî re bikin. Coyên me ev çend sal in bi vî awayî ne lê nayên çêkirin. Xaniyê me xerabe ye û talûkeya hilweşandinê heye. Lê em nikarin restore bikin. Erdhêjek çêbibe avahî dê hilweşe. Rê nîn e ku ez çêkim. Ez pereyê çi bidim çi nedim. Şewat derkeve agirkuj nikare bikeve taxê, nexweşek çêbibe ambulans nikare bê. Propaganda kirin û gotin em ê her tiştekî bikin. Rê ji çiyayan re çû. Lê ji me re çênekirin. Soylu digot ava Elkê me paqij kir. Av bêtirin qirêj kirin. Ma ev xizmet e? Xizmet a berjewendiya berîkan nîn e. Em xizmetê dixwazin."   'HEKE KU ŞEWAT DERKET EM Ê ÇI BIKIN?'    Meryem Aykût (64) jî diyar kir ku ew bi salan e bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne û got: "Ji roja ku ez hatime vê taxê heta niha rêya me wiha ye. Em dixwazin rêyên me bên çêkirin. Ji ber ku wesayît nikare bikeve taxê em her tiştekî pişta xwe vedikêşin. Em çopê bi destê xwe digirin û dibin diavêjin. Taxa me bê rê ye, em dixwazin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em ditirsin heke ku şewatek derket, nexweşek çêbû em ê çi bikin? Ne ambulans dikare bikeve taxê, ne agirkuj dikare bê. Bila xizmetê ji gel re bikin."    MA / Zeynep Durgut