Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin! 2023-08-31 09:04:33 ÊLIH - Li derdora avahiya pirxesardîtî ya li hember Şaredariya Êlihê tu tevdîr nehatine girtin. Her wiha bêyî ku haya gelek welatiyan ji talûkeyê hebe, di ber avahiyê re diçin û tên.    Êlih jî bandor ji erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de girt. Avahiyên ku piştî erdhejê wekî pirxesardîtî û nîvxesardîtî hatin tespîtkirin, nehatin xerakirin û li derdora wan tu tevdîr nehatin girtin. Yek ji van avahiyan jî, li hemberî Şaredariya Êlihê û li ber rawestgeha otobusan e. Piştî bertekan rawestgeha otobusan ji wir hat rakirin, lê hê jî li derdora avahiyê tu tevdîr nehatine girtin. Li têketina avahiyê tabeleya "Avahî pirxesardîtî ye, têketin qedexe ye" hatiye daliqandin. Lê belê her roj bi sedan zarok, ciwan, jin û extiyar di ber avahiyê re diçin û tên.   Ji ber ku li derdora avahiyê tu tevdîr nehatine girtin û haya gelek welatiyan ji rewşa avahiyê tune ye,  her roj gelek kes di ber avahiyê re derbas dibin û li benda otobusê disekinin.