Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne 2023-08-31 13:22:52 STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê çîrokên windakiriyan berhev kirin, pergalek ava kirin û kesên dixwazin van çîrokan hîn bibin dikarin koda QR’ê bidin xwendin û çîrokê hîn bibin.    Dayik/Mirovên Şemiyê li ser dîwarên kolanên Stenbolê broşûrên bi nivîsa “Çi bû?” yên koda QR li ser zeliqandin. Bi vê yekê re kesên dixwazin çîrokên windakiriyan hîn bibin, dikarin vê kodê bidin xwendin û çîrokê hîn bibin.    Dayikên Şemiyê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyama bidîmen parve kir: “Em ê tu carî dev ji pirsîna aqûbeta windakiriyên xwe û daxwaza edaletê bernedin. Di serî de derdora Qada Galatasarayê, li her devera Stenbolê ev kodên QR’ê hene û hûn dikarin bi rêya wan xwe bigihînin çîrokên windakiriyên me.”    Di kodên QR’ê yên heta niha de tenê çîrokên 27 kesan hene û hat diyarkirin ku ev hejmar dê were zêdekirin.