Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê 2023-08-31 19:05:39   AMED - Parlementerên Amedê ji bo mitînga ku dê sibê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin belavok belav kirin û gel vexwendin mitînga aştiyê.   Parlementer û endamên Partiya Çepên Kesk, ji bo mitînga  1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, li navçeyên Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Kayapinarê belavok belav kirin. Li navçeya Sûrê parlementerê Amedê Serhat Eren, navçeya Rezanê parlementera Rihayê Dîlan Kûnt Ayan û parlementera Amedê Adalet Kaya gel vexwendin mitîngê.    Parlementer, ji hêla gel ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin.    Li navçeya Sûrê welatiyan pirsgirêkên xwe ji bo palementer Serhat Eren gotin û ji bo hilbijartina herêmî jî serkeftin xwestin. Welatiyan, diyar kirin ku desthilat çiqas qeyûman tayîn bike jî ew ê dîsa dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.