Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin 2023-09-01 12:09:57 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren ji ber zimanê kurdî di nava 5 zimanên pergala e-Reçete de nîne derbarê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca de bi hinceta “nefret û cihêkarî” gilî kir.    Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihandibû ku li pergala e-Reçete 4 zimanên hatine barkirin û bi tirkî re bi 5 zimanan xizmetê dide. Dîsa wek her carê kurdî di nava van zimanan de nebû. Mijara navborî li ser medya dîjîtal bi nerazîbûnek tund re rûbirû ma. Ji siyasetmedaran bigire heta hunermend û rojnamevanan nerazîbûn nîşanî nebûna vebijêrka zimanê kurdî da.    Koca li ser bertekan  di 28’ê tebaxê de daxuyaniyek dîsa belav kir û gotibû, “Ev 5 zimanên li pergala e-reçete hatiye barkirin, ji bo turistan û nexweşên biyanî ye û hewcedarî pê hatiye dîtin.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku nebûna zimanê kurdî ya di nava pergala tenduristiyê ya e-reçeteyê de cihêkariyek eşkere ye û têkildarî mijara navborî bi hinceta “nefret û cihêkariyê” derbarê wezîr Fahrettîn Koca de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir.