Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû 2023-09-01 19:34:34   AMED- Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Qada Stasyonê bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.    Mîtînga 1'ê Îlonê ya li Qada Stasyonê ya Amedê ya bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke civakî jiyaneke wekhev û azad" hat lidarxistin, bi axaftinan û stranên hunermend Xecê bi dawî bû.    Piştî mîtîngê endamên Federasyona KOmeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi berzkirina dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" ber bi Ofîsê ve meşiyan. Polîsan ciwanan dorpêç kir. Lê piştî bertekên gel dorpêç hat rakirin û meşa ciwanan jî bi dawî bû.