Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn 2023-09-02 08:56:30   ŞIRNEX - Du pismamên ku ji bo xwe hênik bikin ketin ava Çemê Xabûrê xeniqîn.     Li gundê Aroşê yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê du pismamên hev Nurullah û Resûl Berk ji bo xwe hênik bikin ketin ava çemê Xabûrê û heta danê êvarê venegeriyan malên xwe. Piştre malbatan rewş ji cendirmeyan re ragihandin.      Di lêgerîna li Çemê Xabûrê de hat kirin, cenazeyên her du ciwanan hat dîtin. Cenazeyê wan ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.