ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN 2023-09-02 09:00:37   * Parêzer Ferdî Yamar diyar kir ku divê baro tecrîda Îmraliyê ji Wezareta Dadê bipirsin û got ku wekî hiqûqnasekî ew dixwaze hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bike.    * Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ku her heft çalakiyên wan tên astengkirin, diyar kir ku ew doza edaleta windbaûyî dikin û got: "Ji me re dibêjin 'jibîr bikin.' Lê ev ne ew tişt e ku mirov wê jibîr bike."    * Welatiyên ku tevli mitînga aştiyê ya Partiya Çepên Kesk bûn, bertek nîşanî polîtîkayên li ser girtîgehan dan û gotin ku divê gelê kurd li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin. ,   *  Partiya Çepên Kesk ku tê payîn di nîvê meha cotmehê de kongreya xwe li dar bixe, di hilbijartina xwecihî ya li pêşiya me de heta ku pêşhilbijartinê neke dê êdî namzetên xwe diyar neke. Namzet dê di encama lihevkirinek berfireh de bên diyarkirin.    * Piştî çiyayên Gabar û Cûdî, li zozana Feraşînê û Çiyayê Katoyê jî rafînera neftê hat avakirin û xebatên lêgerîna petrolê hatin destpêkirin. Hat diyarkirin ku dê li 90 noqteyên cuda yên Feraşînê bi navê lêgerîna petrolê dê bên kolandin. Zozana Feraşînê niha bi xetereya tunekirinê re rû bi rû ye.    * Li gundê Girê Hişk ê 4 kîlometre dûrî Çemê Firatê, meseleya ava vexwarin dibe sedema mirina heywanan û nexweşketina zarokan.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê li Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (11.00-12.00)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 962'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê bi armanca piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê dê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê daxuyanî bide. (12.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 469'emîn de li ber ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 597'emîn de li ber avahiya xwe çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe.  (13.30)