Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye! 2023-09-02 09:02:08 RIHA - Li gundê Girê Hişk ê 4 kîlometre dûrî Çemê Firatê, meseleya ava vexwarinê dibe sedema mirina heywanan û nexweşketina zarokan.  Li gundê Girê Hişk ê navçeya Bêrecûka Rihayê ku 4 kîlometre dûrî Çemê Firatê ye, 20 roj in bi hinceta "arîze heye" ava şebekeyê tune ye. Gundê ku serjimairya wê du hezar e, debara xwe bi sewalvaniyê dike û ji ber ava tune ye zehmetiyê dikişîne. Li gund nêzî 40 hezar pez û hezar dewar hene. Heywanên ku têr avê venaxwin nexweş dikevin û dimirin. Li gund ku her roj çend heywan dimirin, şêniyên gund ji bêgavî tankêrên zengargirtî avê dikişînin. Her cara ku avê dikişînin 250-300 TL mesrefê gundiyan diçe. Ji ber qutkirina avê, welatiyan serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê daye, lê daxwaznameyên wan nehatine bersivandin. Gundiyan got ku muxatabekî nabînin.    Şêniyê gund Şakîr Îzcî (55) diyar kir ku nêzî 10 sal in li gund mesleeya avê heye û got: "Berê bîrên avê hebûn, lê ziwa bûn. Ji bo ava şebekeyê binesazî heye, lê av tune ye. Tiştekî wiha li gundên derdorê tune ye. Em ji mecbûrî avê bi tankêran dikişînin. Ava ku em dixin depoyan ancax têra me ya rojekê dike. Em sewalvaniyê dikin, lê ji ber ku em nikarin têr avê bidin heywanan, heywan dimirin. TOKÎ tên çêkirin û 2 kîlometreyan dûrî me ne, lê ava wan heye. Dikarin ji taxa me avê bidin TOKÎ'yê. Rayedar tim dibêjin 'temam em ê hel bikin', lê avê nadin. Ger avê nedin gund, em ê nikaribin sewalvaniyê bikin."    AV TUNE YE, LÊ FATÛRE HEYE!   Saadettîn Îzcî (24) jî bilêv kir ku ava wan tune ye, lê ji ber hewaya di boriyan de saetên avê dixebitin û heqê fatûreyê didin. Îzcî got: "Av tune ye, lê her kes heqê fatûreyan dide. Zivistanê meseleya avê tune ye, lê havînê heye. Zivistanê av kêm diçe, lê havînan ji ber kar zêde av diçe. Divê binesaziyeke li gor vê bê çêkirin. Bi salan e ev pirsgirêk heye. Me ji CÎMER'ê re jî nivîsand. Rayedar tim me eware dikin. Dizanin fatûreyê bibirin, lê avê nadin." Îzcî diyar kir ku Çemê Firatê 4 kîlometreyan dûrî gund e û got: "Av Firatê didin gelek deran, lê nadin me. Em sewalvaniyê dikin, ji xeynî vêt u dahateke me tun eye. Bila rayedar êdî dengê me bibihîsin. Em gilî dikin, lê encamek bi dest me nakeve."    ‘NE PQAIJ E’   Mûstafa Îzcî (46) jî da zanîn ku bi traktoran avê dikişînin gund û wiha axivî: "Ji ber ku fiyetê mazotê biha ye, her roj heqê avkişandinê jî zêde dibe. Milet ehm ji bo xwe hem jî ji bo heywanên xwe avê dikişîne. Lê ji ber ku hindirê tankêran zengar girtiye, ava tê kişandin ne paqij e. Zarok ji ber vê avê nexweş dikevin û heywan jî ji ber ku têr avê venaxwin dimirin. Di ehfteyekê de 7 pezên min mirin. Her heywanek rojê herî kêm divê 50 lître avê vexwe, lê niha roj heye qet venaxwin."    'EM NAXWAZIN DEST JI AXA XWE BERDIN'   Îbrahîm Îzcî jî destnîşan kir ku siyasetmedarên AKP'î di ehr hilbijartinê de dibêjin "em ê meseleya avê çareser bikin" û got: "Piştî hilbijartinê sozên xwe jibîr dikin. Di hilbijartina dawî d ejî soz dan, lê piştî hilbijartinê jibîr kirin. Em tenê avê dixwazin. Bila rayedar dengê me bibihîsin."   Cûma Îzcî (57) jî diyar kir ku ji ber kêmbûna avê di hefteyekê de 9 pezên wî mirine û wiha got: "400 pezên min hene. Ez nikarim hemûyan av bidim. Roj heye av bi devê wan nakeve. Ji ber vê nexweş dikevin. Em tenê avê dixwazin. Êdî bila dengê me bê bihîstin. Bila bes me ji hilbijartinê heya hilbijartinê bixapînin. Gelek kesan dest ji sewalvaniyê berdan. Ger em sewalvaniyê nekin, em ê koç bikin. Em naxwazin dest ji axa xwe berdin."    MA / Emrullah Acar