Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir 2023-09-02 15:08:00 AGIRÎ - Hat zanîn ku li gundê Akbaraza Jor ê bi ser navçeya Giyadînê ve cerdevan Seyhan Kaya li sê zarokên birayên hev in daye û paşê jî mala wan gulebaran kiriye.    Li gundê Akbaraza Jor ê bi ser navçeya Giyadînê ya Agiriyê ve 3 zarokên birayên hev ên duh ji bo pezê xwe biçêrînin çûn mezrayê. Cerdevanê bi navê Seyhan Kaya li zarokan da. Di êrişê de du milên zarokê 13 salî şikestin û zarokên din jî birîndar bûn. Bavê zarokan Resûl  Taştan têkildarî bûyerê axivî û destnîşan kir ku wan giliyê cerdevan Seyhan Kaya kir.    BERXIKÊN XWE YÊN WINDAYÎ NEDÎT LI ZAROKAN DA    Hat gotin ku Seyhan Kaya yê berxikên wî winda bûne çûye mezrayê cem zarokên li şivantiyê dikirin û zarokan bi diziyê sûcdar kiriye û heqaret li wan kiriye. Cerdevanê çavsor ê ku berxikên xwe windayî di nava keriyê pez de nabîne li her sê zarokên ku birayên hev in dide û her du milên O.T., ê 13 salî dişikîne. Hat zanîn ku her du milên O.T., xistine alçiyê û dê sibê tev li ezmûna bûrsê bib.e    HEM LI ZAROKAN DA HEM JÎ MALA WAN GULEBARAN KIR    Cerdevan piştî li zarokan dide vê carê li bavê zarokan Resûl Taştan digere û gefan li wan dixwe. Hat zanîn ku cerdevan paşê jî diçe mala zarokan gulebaran dike. Resûl Taştan anî ziman ku gelek gule li mala wî ketine û got: “Ev cerdevan bi sîlehên dewletê malên xelkê gulebaran dikin û me dikujin.”    KEYA JÎ GEF XWARIYE   Taştan da zanîn ku piştî li Fermandariya Leşkeriyê ya Giyadînê îfadeyên Kaya hatin girtin hatiye berdan û keyayê gund Bakî Kaya ku kurapê Seyhan Kaya ye li wî geriyaye û gefan lê xwariye.    PARLAMENTE SERDANA MALBATÊ KIR   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr piştî bûyerê çû serdana malbata Taştan û got ew ê di warê hiqûqî de bibin şopdarê meseleyê.