Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin 2023-09-02 22:36:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Iraqê kesên ku girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê protesto kirin gulebaran kirin. Di gulebaranê de 2 ciwanên kurd hatin qetilkirin.    Kurdên li Taxa Rehîmawa ya Kerkûkê, girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê protetso kirin. Çalakgeran her du aliyên bazara Rehîmawayê ji çûnhatinê re girtin.   Li gor nûçeya Rojnewsê, polîsên kerkûkê gelê li ber Odeya Operasyonê tevlî protetsoyê bûn gulebaran kir. Polîsan 2 ciwanên kurd qetilkirin û kesekî jî birîndar kirin.   Her wiha li bajêr qedexeta derketina derve hat ragihandin.