Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin? 2023-09-03 09:04:42 ŞIRNEX -  Xetereya li ser jiyana Tajdîn Adal ê 11 salî ku wesayîta zirxî lê dabû didome. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Gergerlîoglû çû serdana Adal û wiha got: “Xwîna diçe ser mejiyê wî zêde dibe. Çima ev bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin? Ev bûyer, bûyerên siyasî ne.”   Di 30’ê tebaxê de li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokê 11 salî yê bi navê Tajdîn Adal xist. Adal, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lê ji ber ku rewşa wî giran bû, sewqî nexweşxaneyeke taybet a Êlihê hate kirin. Li vir hat teşhîskirin ku xwîn çûye ser mejiyê Adal.   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû hat Êlihê û Adal li nexweşxaneyê ziyaret kir. Gergerlîoglû têkildarî rewşa Adal û çavdêriyên xwe bi ajansa me re axivî.    ‘XWÎNA LI SER MEJIYÊ WÎ ZÊDE DIBE’   Gergerlîoglû diyar kir ku xetereya li ser jiyana Adal didome û ev tişt anî ziman: “Me Tajdîn Adal li nexweşxaneyê ziyaret kir. Tajdîn zarokeke 11 salî ye û di pola 6’an de ye.  Min hewl da ku bi wî re bipeyivim. Min pirsên weke tu diçî pola çendan, tu çend salî yî jê kirin lê nekarî bersivê bide. Xwîn çûye ser mejiyê wî. Niha bêyî emeliyatê tê şopandin. Lê belê îro (duh) ji encamên tomografiyê diyar bû ku xwîna li ser mejiyê wî zêde bûye. Lê bijîşk dibêjin dê bikarin vê xwînê bidin sekinandin. Niha di bin çavdêriyê de ye. Dibe ku rewşa hem çêtir hem jî xerabtir bibe. Bi diya wî re axivîm û digot ji bo wan a girîng jiyana zarokê wan e. Diya wî nizane bûyer çawa qewimî ye. Polîsan gazî wan kiriye û wisa jê haydar bûne. Hêvî dikim rewşa Tajdîn baş bibe. Pispor bêyî emeliyatê rewşê dişopînin. Zarok dermanên giran dixwe xetereya travmayê heye. Niha pirsgirêkên wî yên xwarinê hene. Dema ku tê ser hişê xwe xwarinê didinê.”   ‘ÇIMA EV BÛYER TENÊ LI BAJARÊN KURDAN DIQEWIMIN?’   Bi domdarî Gergerlîoglû destnîşan kir ku divê wesayîtên zirxî li qadên zarok li dûçerxeyê siwar dibin, bi topê dimeşin û lîstikan dilîzin nebin û axaftina xwe wiha qedand: “Nexwe dê ev bûyer bi dawî nebin. Heta niha bi dehan qeza çêbûn û min gelek qeza şopandin. Min dît ku qada dîtina wesayîtên zirxî ji bo dîtina zarokekî ku li dûçerxeyê diajo pir kêm bû. Lêbelê necazakirina polîsan dibe sedema qezayan. Em heta niha rastî gelek rewşên wiha hatine. Hin zarok birîndar bûn, hin jî mirin. Û em hemû dizanin ku ev bûyer hatin veşartin. Cezayên giran nehatin dayîn û gelek caran biryarên ku encamên neadilane hatin dayîn û zarok hatin sûcdarkirin. Ev nêzikatiyeke siyasî ye. Ev bûyer çima tenê li bajarên kurdan diqewimin? Heke aştî hebûya dê ev wesayîtên zirxî jî nebûna û ev qeza jî çênedibûn. Ji bo êdî zarok bi wesayîtên zirxî neyên qetilkirin, divê di zûtirîn demê de pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”    MA / Zeynep Durgut