Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin 2023-09-03 10:42:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heke pêşî li ber bûyerên li Kerkûkê neyê girtin û bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, dê bibe sedema fitne û şerê mezhebî û neteweyî.   Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê têkildarî bûyerên li kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heke pêşî li bûyerên Kerkûkê diqewimin neyê girtin û bi rêyên aştiyane neyên çareserkirin, ev yek dê bibe sedema fitne û şerê di navbera mezheb û neteweyan de.    ‘HEKE ALOZÎ BIDOME DÊ BI XWE RE MALWÊRANIYÊ BÎNE’   Tevgera Azadiyê hişyar da û wiha got: “Heke bi awayek lezgîn pêşî li bûyerê neyê girtin dê bi xwe re malwêraniyê bîne. Em weke Tevgera Azadî dibêjin Kerkûk ne di dema borî de ne jî niha bi leşkerî û dîktatoriyê nayê rêvebirin. Şêwaza herî guncav a rêvebirina Kerkûkê û kerkûkiyan divê xelkê Kerkûkê bi xwe biryarê li ser rêvebirina xwe bidin. Li gorî me heke bi awayeke lezgîn pêşî li vê aloziyê neyê girtin dê rê li ber destwerdana derve vebe.”    BANGA JI BO GELÊN KERKÛKÊ   Bi domdarî ev tişt hatin destnîşankirin: “Tişta ku li pişt xwepêşandanan çêdibe, di çarçoveya armanca sisasî û hilbijartinên pêşwext de ye. Ji bo bidestxistina vê armanca qirêj, gel û xelkê Kerkûkê, aştî û yekitiya gelan dibe qurbanî. Em bang li hemû pêkhateyên li Kerkûkê dikin, bi baldarî nêzî rewşê bibin. Aştî û jiyana hevbeş bikin bingehê çareseriya pirsgirêkan da ku em bikarin komployên heyî bi hevre têk bibin.”   ÇI BÛBÛ?    Duh êvarê li Taxa Rehîmawa ya Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya di navbera Kerkûk-Hewlêrê de ku ji aliyê tifaqa PDK, Eniya Tirkmen û sunniyên selefî yên nêzî rejîma Baasê weke lîstokek a derxistina kaosê li dijî PDK’ê xwepêşandanan dikin, welatiyan xwepêşandan kirin û xwestin rê li trafîkê bê vekirin. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderan gule bi ser xwepêşanderên kurd reşandin. Di êrişê de du ciwanên kurd hatin qetilkirin û 11 kes jî birîndar bûn.