Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive 2023-09-03 11:25:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera YNK’ê Dîlan Xefûr da zanîn ku dê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Liya Sûdanî têkildarî aloziya li Kerkûkê bi nûnerên bajar re hevdîtinê bike.    Aloziya duh li Kerkûkê dest pê kiribû hêj jî didome. Parlamentera Iraqê ya li ser fraksiyona Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Dîlan Xefûr têkildarî aloziya li bajêr bi çapemeniya YNK’ê re axivî. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Xefûr da zanîn ku dê parlamenterên Kerkûkê îro li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re bicivin.   Bi domdarî Xefûr ev tişt anî ziman: “Wê di civînê de hemû nûnerên pêkhateyên Kerkûkê amade bin. Dê rewşa dawî ya Kerkûkê û rêyên bidawîkirina aloziyê bên nîqaşkirin.”    ENCAMA ALOZIYA HETA NIHA   Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji duh ve li Kerkûkê alozî heye. Di encama êrişên heta niha de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.