Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin 2023-09-03 11:31:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî gundên Eyn Îsayê hatin têkbirin. Di pevçûnan de endamê komeke paramîlîter hate kuştin û yek jî birîndar bû.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); hêzên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê îro di danê sibehê saet derdora 06:40’an de ji bejahî ve êrişî gundê Sigêro yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û li rojavayê gundê Tirwaziyê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî bersiv dan êrişan û şerekî dijwar qewimî. Di encama pevçûnan de êriş hatin têkbirin, endamekî komeke paramîlîter hate kuştin û yek jî birîndar bû.   Hat zanîn ku komên paramîlîter êrişî noqteyên hikûmeta Şamê jî kirin. Di êrişê de leşkerekî rejîmê hate kuştin û yek jî birîndar bû.