Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne 2023-09-03 13:03:10   KOCAELÎ - Tehliyeya Zeytîn Satici 6 mehan hatibû taloqkirin û piştî 7 salan hate berdan. Satici, diyar kir hevalên wê ji girtîgehê ew bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” oxir kirine û wiha got: “Azadî, tiştekî tenê fîzîkî nîne.”    Zeytîn Satici (42) li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Kandira ya Kocaeliyê dihat ragirtin û piştî 7 salan tehliye bû. Satici, di sala 2017’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li Mêrdînê hate girtin. Satici înfaza xwe temam kiribû lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wê 6 mehan taloq kiribû. Satici, di saetên serê sibehê de ji girtîgehê derket û ji hêla malbata xwe, hevalên xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.    ‘AZADÎ TIŞTEKÎ FÎZÎKÎ NÎNE’   Satici, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û ev tişt anî ziman: “Li gel keyfxweşiyê, her wiha dilxemgînim jî. Ji ber ku min li pey xwe hevalên xwe hişt. Niha gelek hevalên min di girtîgehê de ne. Dema ew tên bîra min dilê min xemgîn dibe. Şert û mercên girtîgehê gelek nebaş in û pêvajoyên giran hene. Erê rast e ez ji hêla fîzîkî ve azad bûm lê azadî tenê ji hêla fîzîkî ve nîne. Hevalên min, ez bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ oxir kirim.”