Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir 2023-09-03 15:29:08   SEMSÛR - Ji mexdûrên erdhejê yên Dîlokê Elîf Rûşen ku piştî erdhejê nekarî biçe kemoterapiyê û bi derfetên xwe bi kîlometreyan diçû xwe digihand nexweşxaneya Dîlokê, jiyana xwe ji dest da.    Yek ji bajarên herî zêde di erdhejên 6’ê sibatê ya Mereşê de bibandor bûy, Semsûr bû. Ji mexdûrên erdhejê yên Semsûrê Elîf Rûşen (42) ku 5 sal bûn li dijî nexweşiya penceşêrê têdikoşiya, jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku piştî erdhejê li bajar bijîşk neman û tu alîkarî jê re nehate kirin, ji bo kematerapiyê her 15 rojan carekê bi derfetên xwe 150 kîlometreyan bi rê diçû û li Dîlokê kemoterapî didît. Çend meh berê me bi nûçeya xwe ya “Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike” dengê wê dabû bihîstin.    ENFEKSIYONÊ GIRT    Ji ber nexweşiya xwe li hemberî enfkesiyonê bêparastin bû û ji ber ku derfetên wê tune bûn, bi otobûsê diçû Dîlokê. Çendek roj berê enfeksiyonê girt û rakirin beşa venihêrîna awarte. Rûşen ku çendek roj bûn dihat tedawîkirin, şevê din jiyana xwe ji dest da.