AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin 2023-09-04 08:55:46 NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê da zanîn ku 3 kesên li Aksaray û Nevşehîrê li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan û kesek jî winda ye.    Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Wezareta Karên Hundir (AFAD) da zanîn ku di encama lehiyên li du bajaran de bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. AFAD’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir: “Li bajarê me Aksarayê ji ber baranên zêde lehî rabûn. Di lehiyan de welatiyekî me jiyana xwe ji dest da û yek jî winda bû.”    Bi domdarî AFAD’ê destnîşan kir ku wesayîta bi plakaya 40 EK 339 a ji hêla Şevket Şîmşek (62) ve dihat ajotin, li ser Rêya Gulşehîr a Nevşehîrê li ber lehiyê ket û Şîmşek û hevjîna wî Zohre Şîmşek (60) jiyana xwe ji dest dan.