Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL 2023-09-04 11:55:56   AMED - Li polîsê bi navê Hakan Avci ku li Amedê bi wesayîta zirxî li endezyar Cîhan Can xistibû û qetil kiribû, 21 hezar û 200 TL cezayê pereyan hate birîn.    Di sala 2019’an de polîsê bi navê Hakan Avci bi otobûsa bizirx li endezyar Cîhan Can xist û qetil kir. Têkildarî mijarê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Kekên Can û parêzerê wî Fûat Coşacak di danişînê de amade bûn. Bersûc Hakan Avci tev li danişînê nebû.    Di rûniştina berê de dozgerê komarê diyar kiribû ku li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) polîsê bersûc Avci ji sedî 100 biqisûr e û xwestibû Avic bi sûcê jê tê sûcdarkirin bê cezakirin. Dozgerî di vê danişînê de jî heman mutalaa dubare kir.    VEGUHERAND CEZAYÊ PEREYAN   Têkildarî darizandinê îfadeyên herî dawî yên kekên Can û parêzerê wî hate guhdarîkirin. Kekên Can û parêzer Coşacak diyar kirin ku sûcê bersûc kiriye neguhere û xwestin bi cezayê hefsê were cezakirin. Parêzerê bersûc jî xwest ku miwekîlê wî were berdan.    Piştî parastinan, dadgehê biryar xwe da. Dadgehê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina Cîhan Can” 3 sal cezayê hefsê da. Lê belê cezayê bersûc Avci ji 6 paran yekî daxist û ev cezaye veguherand cezayê pereyan. Dadgehê biryar da ku Avci 21 hezar û 200 TL’an bide.