Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiyê li dar bixin 2023-09-04 15:49:24   ENQERE - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, biryar dane ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 3 rojan xwarinê negirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel di danişîna 31’emîn a Doza Kobanê de axivî. Tuncel, bal kişand ser girtiyê nexweş Şakîr Turan ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin û ji ber xwe nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û got ku wan biryar daye ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo 3 rojan xwarinê negirin.    ‘MAFÊ XATIRXWESTINÊ JÎ NAS NAKIN’   Bi domdarî Tuncel têkildarî çalakiya li girtîgehê ev agahî da: “Îro li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî muxalîfan, kesên demokrat û herî zêde jî li dijî kurdan zextekî giran û îşkencekeye giran a di asta faşîzmê de tê kirin. Di nava du salên dawî de bi dehan girtiyên siyasî yên kurd bi vî awayî mirin. Kesên mafya, Ergenekonî û Hîzbûllahî hatin derxistin. Ev jî bes nekir ku tiryakkêş, tecawizkar û hemû girtiyên edlî hatin berdan. Li rexa din jî înfazên girtiyên siyasî yên kurd hatin şewitandin û mafê wan ê hêviyê hate binpêkirin. Her wiha cenazeyên bi dehan girtiyên nexweş ên kurd ji girtîgehê derketin ku weke bibêjin tenê cenazeyê kurdan dikare ji girtîgehê derdikeve. Saziya ATK’ê; ji bo girtiyên rewşa wan herî giran jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Bi vê yekê re bû berpirsyara yekemîn a van cînayetên sîstematîk. Ser re mafê ‘xatirxwestinê’ yê girtiyên nexweş û xizmên wan jî nehat naskirin.    BANGA HESTIYARIYÊ   Herî dawî Şakîr Turan ê 70 salî li Erzînganê şehîd bû. Tevî ku nexweşê penceşêrê bû jî nehat berdan. Ev mînaka herî şênber e. Weke tevahiya girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîncanê, em di şexsê Apê Şakîr de hemû şehîdên zindanê bi bîr tînin û ji bo ku ji van îşkence û mirinan re bibêjin êdî bes e, em ê çalakiya 3 roj newergirtina xwarinê li dar bixin. Li ser vê bingehê banga me ji bo raya giştî ew e ku li dijî van tiştên li zindanan diqewimin bêhtir bihestiyar tevbigerin.”