Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Ezyeta li miriyan tê kirin aştiya civakî xera dike 2023-09-04 15:57:06   STENBOL - Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan bertek nîşanî kiriyarên li hemberî cenazeyên Yilmaz Uzun û Şakîr Turan da û wiha got: “Avakirina aştiyê, di civakeke ku cenazeyê li gorî heysiyeta mirovahiyê tên veşartin de pêkan e.”    Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan (OSÎ) têkildarî endamê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di sala 2020’an de li Sêrtê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 3 sal piştre di qutiyekî de radestî malbata wî hatibû kirin û binpêkirinên li dijî cenazeyê girtiyê nexweş Şakîr Turan daxuyaniyek da.  Daxuyanî bi sernavê “Em li dijî tundiya li dijî miriyan e” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mînakên xwînê ya ji bo teşhîskirina Uzun ê di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest dayî diyar bûbûn lê 3 salan radestî malbatê nehat kirin û li goristana bêkasan hate definkirin.    TUNDIYA LI DIJÎ MIRIYAN   Bi domdarî ev tişt hatin parvekirin: “Piştre jî cenaze ji goristanê hate derxistin û di qutiyekê de radestî malbata wî hate kirin. Leşker jî li keyayê gundê Bastokê yê Tatos a Erziromê geriya û nimêja dê li cenaze bihata kirin qedexe kir. Nehiştin 3 rojan li taxê bang jî were dayîn. Ev her du bûyer ne mînakên ewil ên tundiya dewletê ya li dijî miriya ne. Mixabin her roj bûyerên bi vî rengî diqewimin. Hewl didin tundiya li dijî miriyan tiştekî ji rêzê nîşan bidin.”    ‘DIVÊ CENAZE LI GORÎ USÛLAN BÊN DEFINKIRIN’   Di berdewamê de înîsiyatîfê wiha got: “Girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî jî di 30’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li Amedê hate astengkirin û piştre rakirin morga nexweşxaneyê. Ji bo cenaze neyê revandin, komeke ku parlamenter jî di nav de bûn li nexweşxaneyê nobet girtin. Piştre jî cenaze birin Mêrdînê hate definkirin. Em bi bîr dixin; definkirina cenazeyan a li gorî usûlan, şertê sereke yê pêkvejiyana Tirkiyeya demokratîk e. Tenê dema cenaze li gorî heysiyeta mirovahiyê hatin definkirin dikare aştî were avakirin. Polîs bi saetan miriyan dorpêç dikin, gor tên texrîbkirin, cenaze bêyî agahiyê li goristanên bêkesan tên definkirin, di qutiyan de tên teslîmkirin. Di civakeke wiha de mimkinata demokrasî, wekhevî û aştiyê nîne. Ezyeta li miriyan tê kirin, pêwendiyên civakî xera dike û îxtîmala pêkvejiyanê ji holê radike. Tu hinceteke vê ezyeta tê kirin a ji hêla maf û azadiyan, etîk û olî nîne. Em careke din dibêjin; em ezyeta li mirî û cenazeyan tê kirin qebûl nakin. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasî û aştiyê ew e ku li dijî vê ezyet, îşkence û êrişan dengê xwe bilind bikin.”