Li Geverê mirineke biguman 2023-09-04 16:26:34 COLEMÊRG - Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Hozan Taş li navçeya Gever a Colemêrgê întîhar kiriye.    Hat îdiakirin ku ciwanê 20 salî Hozan Taş li navçeya Geverê ya Colemêrgê întîhar kiriye. Li gorî îdiayê; Taş li Taxa Yeşîldereyê dijiya û dema kesek ne li malê xwe kuşt. Cîranên wan ên rewş ferq kirin bangî komên tenduristiyê kirin. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê dan zanîn ku Taş jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Taş ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.