Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e 2023-09-05 09:01:38   STENBOL - Siyasetmedar Ahmet Însel, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got ku pêkanînên antîdemokratîk ên li welêt girêdayî meseleya kurdî ne.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê 30 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Li gel vê bertekên li hemberî tecrîdê didomin û ji ber tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin her diçe fikarên raya giştî jî zêde dibin. Zanyarê siyasetê Ahmet Însel, tecrîda li Îmraliyê nirxand.   Ahmet Însel   'DEWLETA ŞEXSÎ'    Însel bi lêv kir ku Tirkiye êdî ne dewleteke hiqûqê ye, veguheriye "dewleta şexsî" û got: "Niha li Tirkiyeyê dewleteke şexsî heye û ev kes pêkanînên hiqûqî yên li gor mifha dewleta xwe pêk tîne." Însel destnîşan kir ku pêkanînên antîdemokratîk veguherîne pêkanînine sîstematîk û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Însel anî ziman ku ev tecrîd ne di qanûnên cîhanê de ne jî di yên Tirkiyeyê de heye û îşaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir. Însel destnîşan kir ku bi tecrîdê hiqûq tê eciqandin û got ku ev tecrîd tenê ne bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê sînorkirî ye. Însel bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû gritîgehan belav bûye û wekî mînak jî bal kişand ser astengkirina berdana girtiyan.    HELWESTA YE Û CPT'YÊ   Însel bilêv kir ku bi mudaxileya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan biryarên DMME'yê nayên pêkanîn û biryarên DMME'yê yên der barê Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de bibîr xist. Însel diyar kir ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber gefên bi penaberan tên xwarin tecrîdê ji nedîtî ve tên û got: "YE û DYA, di meseleya penaberan û şerê Ûkrayna-Rûsyayê de ji ber pozîsyona stratejîk a Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datî nin." Însel helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a ji bo Îmraliyê jî rexne kir û got ku CPT piştî serdana xwe ta dawî rapora xwe eşkere nekir û ev yek jî serdana wö böwate dıke.    ‘TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Însel destnîşan kir ku Abdullah Ocalan zêdetirî du sal in hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe r enekiriye û got ku ev yek diwarê qanûnî û mafên mirovan de sûc e. Însel bilêv kir ku xitimandina siyaseta Tirkiyeyê, tayinkirina qeyûman û girtina siyasetmedaran polîtîkayên tecrîdê kûrtir kirine û got: "Bi krut û kurmancî ji ber ku li Tirkiyeyê polîtîkayên antîdemokratîk tên hilberandin, polîtîkaya tecrîdê tê meşandin."    Însel helwesta muxalefetê ya ji bo tecrîdê û meseleya kurd jî nirxand û got ku muxalefete helwesteke ku polîtîkaya tecrîdê rexne bike nîşan nade.    Însel bilêv kir ku tecrîd û pêkanînên antîdemokratîk girêdayî meseleya kurd in û got: "Yek, divê meseleya kurd esas bê girtin. Divê her du alî jî bi wêrekî gavina bavêjin. Li Tirkiyeyê bizaveke netewperest a tirk a mezin heye.Tenê ne desthilat, gava ji derdora muxalefetê jî hin kes di warê hevwelatiyê ya bi kurdan re gavina davêjin bertekên mezin rû didin. Jixwe meseleya sereke ev e. Yanî beriya meseleya kurd, li Tirkiyeyê meseleyeke tirkbûyînê heye. Netewperestên tirk, daxwazên wekî hevwelatîbûnê yên komên din bi parçebûn û terorîzmê ekarte dikin. Her wiha gavên ji bo çareserkirina vê meseleyê divê ji hêla muxalefetê bên avêtin, lê meylên netewperest ên muxalefetê pêşî li ber vê digirin."    MA / Esra Solîn Dal