Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê 2023-09-05 09:49:02 ÎZMÎR - Nivîskar Abdulmenaf Osman pîştî 30 salan hate berdan û birin GGM’a Edîrneyê. Parêzerê wî Halîl Coşkun diyar kir ku dewleta tirk hewl dide miwekîlê wî dersînor bike.    Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 6 mehan di 3’yê îlonê de hate berdan. Osman, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye. Lewma dema ji girtîgehê derketin birin Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê. Nêzî 36 saetan li vir bi awayekî fiîlî di bin çavan de ma. Piştre agahî dan malbata wî ku dê bibin Fermandariya Bajar a Manîsayê. Lê belê Osman di serê sibehê de li parêzerê xwe geriya û da zanîn ku ew birine Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Edîrneyê.    Parêzer Halîl Coşkun got ku bi şandina Osman a li bajarekê dûr re dixwazin kirariyên dersînorkirinê ji parêzer û malbata wî dûr pêk bînin.    ABDULMENAF OSMAN KÎ YE?   Osman, di sala 1965’an de li bajarê Hesekê yê Rojava ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û amadehî li Hesekê xwend û ji bo zanîngehê çû Şamê. Osman, Beşa Jeolojiyê ya Zanîngeha Şamê qedand. Di 3’yê adara 1993’yan de li Êlihê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl dide parçeyeke xaka welat jê bistîne” cezayê muebbetê lê birî. Osman, di 28 saliya xwe de hate girtin û di 58 saliya xwe de derket.    Nivîskar Osman beriya girtinê û di dema li girtîgehê ji bo gelek kovaran nivîs nivîsandin. 9 pirtûkên wî hene û ji van pirtûkan 2 jê li Tirkiyeyê hatine weşandin. Di heman demê de lîstika wî ya “Destê Şeş Tilî” li Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lîstin.    Pirtûkên Osman ên hatine weşandin wiha ne: “Girê Şêran/Roman/Aram/2003; Şînok/Çîrok/Lîs /2011; Namûsname/Roman/Aram/2016; Piling, Şoreşname 1/Roman/ Weşanên Ar/2016; Silava Bajariyan/Çîrok/Azad; Sînor/Roman/Aryen /2018 (Li Tirkiyeyê hate weşandin); Lênûska Leyla/Roman/ Aram/2018; Sêbareya Zindanê-1: Cuhû/Roman/Sîtav/2019; Sol/Çîrok/Aryen/2021 (Li Tirkiyeyê hate weşandin).”