Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan 2023-09-05 14:06:31   WAN - Malbatên 2 kesên li gundê Çamilî yê navçeya Qelqeliyê di encama bombe barandina malekê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin Wanê û ji bo testa DNA’yê xwîn dan.    Li gundê Çamilî yê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê leşkeran malek bombebaran kiribûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Hate diyarkirin ku her du kesên jiyana xwe ji dest dane rojhilatî ne û malbat îro hatine Wanê û ji bo testa DNA’yê xwîn dane.