Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt 2023-09-05 14:26:55   WAN - Mamê Jîna Emînî yê bi navê Safa Alî di encama serdegirtina hêzên rejîma Îranê de hate binçavkirin û girtin.    Jina ciwan a kurd Jîna Emînî di 16’ê îlona par de ji hêla polîsên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Hêzên rejîma Îranê îro di saetên serê sibehê de bi ser mala mamê Emînî, Safa Alî de girtin. Hat zanîn ku Alî hatiye girtin. Têkildarî mijarê heta niha tu agahî bi malbatê re nehatine parvekirin. Nehat zanîn bê ka Alî bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin û li ku tê ragirtin.