Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin 2023-09-05 16:39:18 AMED - Li Xana Axpar a Amedê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Ramazan û Davut Datumanî ku birayên hev in û zarokên wan hatin binçavkirin.  Polîsên tîmên taybet îro li gundê Selmanê yê navçeya Xana Axpar a Amedê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Ramazan Datumanî û keçê wî Fatime û Revşen Datumanî, Davut Datumanî û kurê wî Osman Datumanî binçav kirin. Hat zanîn ku welatî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin.    Di dema serdegirtinên malan de Davut Datumanî û kurê wî hatin derbkirin û ji bo dosyayê biryara nepeniyê hate dayîn.