Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû 2023-09-05 22:50:16 STENBOL - 5 kesên li Bagcilari hatin binçavkirin, îfadeya wan a li midûriyeta polîsan temam bû. Her 5 kes ji ber ku helwesta ji bo hestiyên Yilmaz Ûzûn ku di hundirê qutiyekê de hatibin radestkirin, protesto kirin hatin binçavkirin.   Duh danê sibehê li Bagcilara Stenbolê polîsan avêtin ser 10 malan û 5 kes binçav kirin. 5 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Varatnê ya li Fatîhê. Îro îfadeya li midûriyeta polîsan a kesên binçavkirî temam bû. Her 5 kes ji ber ku helwesta ji bo hestiyên Yilmaz Ûzûn ê di sala 2020'an de tevî 5 hevalên xwe li Sêrtê di êrişeke hewayî de hatin qetilkirin ku di qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin, protetso kirin hatin binçavkirin.    Ji kesên di binçavan de ev pir hatin kirin: "Tu tevlî çalakiyê bûyî? Te dirûşme berz kirin?" Hat diyarkirin ku her 5 kes dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin.