ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN 2023-09-06 09:00:14   * Nûnerê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê yê Semsûrê Ûfûk Bayir adestnîşan kir ku li Semsûrê ku pêdiviya wê bi nêzî 60 hezar avahiyan heye, îhaleya 32 hezar û 436 avahiyan hê nû hatiye çêkirin û got ku dibe ku mexdûrên erdhejê di zivistanê de di konteyner û konan de bin.    * Di salekê de gora Revşan Aşkara ya HPG'î du caran hat xerakirin. Diya wê Kûdret Aşkara bertek nîşanî vê da û got ku bêdengiya kurdan rê li ber zilmên nû vedike.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç ragihand ku gel di warê xwegihandina tenduristiyê de gelek zehmetiyan dikişîne. Koç destnîşan kir kuev pirsgirêkeke pergalê ye û got: "Pirsgirêk bi pansûmana demborî ji holê ranabin."    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn û got ku partiya wan li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin dê di roja 42’yemîn de berdewam bike. (13.30)   * Rêxistina HDP’a Karşiyakayê bi navê “Ji bo edalet, demokrasî û mafên mirovan aştî” bi tevlibûna parlamentera Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çubuk, parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt dê li Navenda Çanda Çarşiya Karşiyaka panelekê li dar bixe. (17.00-20.30)   * Şanoya Duhokê di çarçoveya bernameya meha îlonê ya Şanoyê Bajarê Amedê de dê lîstika xwe ya bi navê “Kulav û peyk” pêşkeşî şanohezan bike. (19.30)