Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin 2023-09-06 10:40:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera serhildana “Jin, jiyan, azadî” dest bi grevê dikin û banga tevlibûnê grevê kirin.    Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi boneya yekemîn salvegera destpêkirina serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin jin a kurd a ciwan a ji bajarê Seqizê Jîna li Tehranê di encama êrişa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da û bû sembola serhildana girseyî ya bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî' ku li Kurdistanê dest pê kir û li hemû bajar û navçeyên Îranê û derveyî welat belav bû.   Bi domdarî hat gotin ku ev serhildan a ku weke “Şoreşa Jîna” jî tê pênasekirin, bû serhildan û nerazîbûna herî girseyî û dirêj ku desthilatdariya Komara Îslamî xiste ber lêpirsînê û ev tişt hatin parvekirin: “Sala bihurî û di proseya wê şoreşê de tevgera azadîxwaz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî li dijî rejîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde jî nazivire. Rola berçav a jinan di pêşengtiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serketinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin.”   GREV DI 16’Ê ÎLONÊ DE DEST PÊ DIKE   Di berdewamê de hat diyarkirin ku di salvegera destpêkirina “Şoreşa Jînayê” de, di cih de ye ku ji bo rêzgirtina şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtin ji cangoriyan û zindaniyên siyasî û her wiha zindîhiştina wê tevgera siyasî, bi awayekî xurt ber bi pêşwaziya wê boneya mezin a siyasî û civakî ve biçin. Daxuyanî wiha dom kir: “Ji bo wê yekê piştî çend hevdîtin û ravêjên siyasî, roja çarşemê 15-06-1402 (06-09-2023) partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê yên wek; Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ),  Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê), Patiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat),  Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê.”    XALÊN LI SER HATIYE LIHEVKIRIN   Di daxuyaniyê de xalên van partî û saziyan li ser lihev kirin jî wiha hatin rêzkirin:    “* Piştevanîkirin ji daxwazên têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalak a salroja Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî.    * Ragihandina roja 25-06-1402 (16-09-2023) weke roja greva giştî li hemû Kurdistanê. Di wê rojê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar û navçe û gundên Kurdistanê de serdana aramgeha Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê bikin û destegulên rêz û xweşewîtiyê ser aramgehên wan danên û merasîma rêzgirtinê birêve bibin.    * Daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li sertaserê Îranê dikin ku piştevaniya greva xelkê Kurdistanê bikin û bi greveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' heya gihiştin bi armancên xwe wê berdewam be.     * Daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşketinxwaz ên derveyî welat dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya xwe ji bo greva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cîhanê bikêşnin ser piştevanî şoreşa jînayê.   * Her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya wê rûniştinê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo greva roja 25-06-1402 (16-09-2023) û merasîmên ser aramgehên şehîd û cangoriyan radigihînin.”