Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn 2023-09-06 13:07:00   COLEMÊRG - Li gundê Çilikê yê bi ser bajarokê Bajergeyê ve di şewata derket de darên fêkiyan şewitîn.    Li gundê Çilikê yê bi ser bajarokê Bajargeya navçeya Gevera Colemêrgê ve serê sibehê ji ber sedemek nayê zanîn li pirêzeyê şewat derket. Darên fêkiyan ên nezî cihê şewatê hemû şewitîn. Di encama mudaxileya xelkê gund û tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajargeyê ve şewat hat kontrolkirin.