Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin 2023-09-06 14:25:10 ŞIRNEX - Li Şirnexa ku bi destê cerdevanan 3 sal in xweza tê talankirin, hate ragihandin ku 600 cerdevanên din dê bên wergirtin.    Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê, ragihand ku li navenda Şirnexê û navçeya wê ya Basayê 100 jê dilxwaz 600 cerdevanên nû dê bên wergirtin. Li herêma Besta û Çiyayên Gabar, Cûdî û Çelênimêja 3 sal in bi destê cerdevanan dar tên birîn û xweza tê talankirin. Cerdevanan bi sedhezaran darên di bin çavdêriya leşkeran de birîn, li kamyonan barkirin û li bajarên cuda firotin.    Li aliyê din dewleta tirk bi piştevaniya PDK’ê du sal in êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dike. Ji navenda Şirnexê û navçeyên wê bi sedan cerdevan tev li vî şerî dibin. Cerdevanên ku naxwazin tev li şerî bibin jî ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê ve di dîrokên cuda de çekên wan hatin desteserkirin.    Tevî ku li bajêr nexweşxaneya leşkerî heye jî kesên dixwazin bibin cerdevan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê rapora tenduristiyê digirin. Ev yek jî dibe sedem ku pêşî li tedawiya welatiyan bê girtin. Hate zanîn ku îtîrazên nexweşxaneyê û bijîşkan bi sedema “Wezareta Karê Hundir wisa dixwaze” hatine redkirin. Welatî bi rojan li bendê dimînin ku randevuyê ji nexweşxaneyê bigirin lê kesên dixwazin bibin cerdevan bêyî ku randevuyê bigirin dikarin bikevin lijneyên tenduristiyê.