2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin 2023-09-06 15:53:56   STENBOL - Ji 5 kesên li navçeya Bagcilarê hatibûn binçavkirin 2 hatin girtin, 3 bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Polîsan li navçeya Bagcilar a Stenbolê di 3’yê îlonê de bi ser 10 navnîşanan de girtin û bi îdiaya di 1’ê îlonê de çalakiya şermezarkirinê li dar xistine 5 kes binçavkiribûn. Piştî kirariyên îfadeyên her 5 kesan ên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.    Her 5 kesên ku di îfadeya dozgeriyê de pirsa “Tu çima tev li çalakiyê bûyî” ji wan hate pirsîn, diyar kirin ku tev li çalakiya ku qala wê tê kirin nebûne. Piştî wergirtina îfadeyan dozgeriyê Cemal Mamak, Emrecan Karakaya, Firat Şengel û Firat Kaya bi daxwaza girtinê, Nîhat Yaray jî bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.    KOVAR KIRIN HINCETA SÛCDARIYÊ    Piştî îfadeya li dadgeriyê Firat Şengel û Firat Kaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Cemal Mamak, Nîhat Yaray û Emrecan Karakaya jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Dadgehê kovara Demokratîk Modernîteyê ku di dema serdegirtinê de li malê hate dîtin kire hinceta sûcdariyê.