Hevşaredarên Panosê hatin berdan 2023-09-06 17:49:37   AGIRÎ – Hevşaredarên Şaredariya Panosê ya HDP'î Muşerref Geçer, Emrah Kiliç û Midûrê Xizmetên PIştgiriyê Ûgûr Laçîn ên di 12'ê Hezîranê de hatibûn girtin, hatin berdan.   Hevşaredarên Şaredariya Panos a Agiriyê ya HDP'î Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Xizmetên Piştgiriyê Ûgûr Laçîn di 9'Ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin û di 12'ê Hezîranê de jî hatibûn girtin. Geçer, Kiliç û Laçîn bi îdiaya "îhale binpê kirine" hatin darizandin, piştî 3 mehan hatin berdan.