Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye 2023-09-06 20:35:29   ÎZMÎR – Parêzvanê Mafên Mirovan Bîrdal Akin ku di panela bi navê "Aştî ji bo jiyanê" de axivî, diyar kir ku di budçeya 2023'yan de 471 milyar ji bo şer hatiye veqatandin û got: "Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye."    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Karşiyakayê, li Navenda Çandê ya Çarşiyê ya Karşiyakayê bi navê "Aştî ji bo jiyanê" panelek li dar xist. Parêzvanê Mafên Mirovan Akin Bîrdal, Parlementera Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk, Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt wekî axivêr tevlî panelê bûn. Gelek endamên partiyê û welatî tevlî apnelê bûn. Beriya panelê ji bo kesên di têkoşîna aştî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.    Moderatorê panelê Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Erol Çirak destpêkê axivî. Paşê Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt axivî.   Dayik Kûrtê bal kişand ser Dayikên Aştiyê yên ji ber dozeke der barê wan de vebûbû û ji bo îfadeyê ji Geverê çûbûn Colemêrgê û di vegerê de jiyana xwe ji dest dan. Dayik Kûrtê got: "Her kiu em dibêjin aştî, em jî dibêjin şer. Me çi got fêm nekirin. Lê heya em sax bin em ê bibêjin aştî. Em bi hev re aştiyê bînin welêt."    'BUDÇE JI BO ŞER TÊ VEQETANDIN'   Parêzvanê Mafên Mirovan Akin Bîrdal jî anî ziman ku gelên cîhanê di nava xelekek şer de ne û got ku aştiya cîhanê li ber çekdarîbûnê, krîza avhewayê ya global û zekaya çêker asteng e. Bîrdal wiha axivî: "Tirkiye ji budçeya 2023'yan 471 milyar ji bo şer veqetand. Gava ev têr nake, budçeyeke pêvekî jî çêdikin. Her wiha birçîbûnî û xizanî pir zêde bûye. Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye."    Parlementera Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk jî kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got ku ji bo jiyaneke birûmet pêdivî bi aştiyeke birûmet heye û ew ji bo vê têdikoşin. Çûbûkê bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de û got: "Em bi mekanîzmayeke şer a mezin re rû bi rû ne. Li Başûrê Kurdistanê nukleera taktîkî û çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê vê red dikin. Îro ro mîlîtarîzm bi awayekî pri cidî tê birêxistinkirin. Bi destê terîqat û cemaetan heya pêşdibistanan jî diçin. Êrişî goristanan jî dikin. Kêlikên goran dişikînin, ceza li malbatên wan dibirin. Rêgeza bi cenaze re şer nayê kirin ji holê hatiye rakirin."