Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin 2023-09-06 20:52:14   COLEMÊRG - Zeytîn Satici ku piştî 7 salan ji Girtîgeha Kandirayê derket, li Geverê bi dirûşmeya "Bijî berxwedan zindanan" hat pêşwazîkirin.   Zeytîn Satici (42) piştî 7 salan ji Girtîgeha Kandira ya Kocaelî ya Hejmara 1'ê derket. Malbata Satici û hevalên wê sanê sibehê ew li Balagfirgeha Ferît Melen a Wanê pêşwazî kirin. PIştî pêşwazîkirinê Satici tevî yên li gel xwe ber bi Geverê ve bi rê ket. Li Geverê Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên TÛHAY-DER'ê, Tevgera Jinên Azad û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlemneterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak û Onûr DUşunmez bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" Saticiyê pêşwazî kirin.    Satici piştî Geverê tevî yên li gel xwe çû Şemzînanê û li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin.