Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê 2023-09-07 18:01:33   AMED – MEBYA-DER, partiyên siyasî û komeleyên sivîl bi girseyî serdana şîna şervana YPJ'ê Zulfiye Bînbîr (Roşna Agit) kirin.   Şervana YPJ'ê Zulfiye Bînbîr (Roşna Agit), di 2'yê îlonê de li Dêrîka Çiyayê Hemko ya Rojavayê Kurdistanê di êrişeke bi SÎHA'yê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Bînbîr, li Taxa 15 Temmûz ya navçeya Pîrana Amedê şîn danî û Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana şîna Bînbîrê (Roşna) kirin. Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) , Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) tevli şînê bûn.   Hevserokê MEBYA-DER'ê Emîn Çelîk ku di şînê de axivî, dest nîşan kir ku bi îmzeyekê ev xwîn dikare bê rawestandin. Çelîk, sersaxî ji malbatê re xwest û girse piştî duayan vegeriya Amedê.