Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin 2023-09-07 18:08:30   COLEMÊRG- Cenazeyên Mahmût Tekîn û Peyam Demîr ên HPG'î yên li Cîloyê jiyana xwe ji dest dan, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin.    Mahmût Tekîn (Botan Êriş) û Peyam Demîr (Rêvan Sûrûç) ên di 28'ê Adarê de li herêma Cîloyê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan di meha Nîsanê de ji bo DNA'yê xwîn dabûn. Piştî encama DNA'yan eşkere bû malbat îro hatin Colemêrgê û cenazeyên xwe ji Goristana Bêkesan a li Seêr Solanê wergirtin û ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.   Cenazeyê Mahmût Tekîn (Botan Êriş) ber bi goristana li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê û cenazeyê Peyam Demîr (Rêvab Sûrûç) jî ber bi goristana Gundê Buyukyolcûlar ê Pirsûsa Rihayê hat birêkirin.