Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin 2023-09-08 08:28:21 RIHA - Cenazeyê Peyam Demîr a HPG'î ku malbata wê piştî 5 mehan cenazeyê wê ji Colêmergê wergirt, anîn li gundê Şewrîmezin ê navçeya Pirsûsê veşartin.   Cenazeyê endama HPG'ê Peyam Demîr (Rêwan Sûrûc) ku di 28'ê adarê de li herêma Cîloyê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 5 mehan duh radestî malbatê hat kirin. Malbatê cenazeyê xwe ji Goristana Bêkesan a li Serê Solan a Colemêrgê wergirt û ji bo definkirinê ber bi gundê Şewramezin ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ket. Malbat danê sibê gihişt gund û di nav dorpêça cendermeyan de cenazeyê xwe veşartin.    Beriya cenazê bigihije navçeya Pirsûsê, gundê Şewramezin û derdora goristanê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêç kirin. Leşkeran ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku tu kes tev li merasîma cenaze bibe. Leşkeran gef li malbatê xwarin ku heke ji bilî wan kes tev li merasîma cenaze bibe dê cenaze birevînin. Leşkeran ji bo wêne û dimên li ser goristanê neyên kişandin dest dan ser telefonên ferdên malbatê yên tev li merasîma cenaze bûn.  Piştî definkirinê malbata Demîr ber bi mala xwe ya li navenda Rihayê ve bi rê ket û dê şînê jî li mala xwe deynin.