ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-08 09:00:06 * Doç. Dr. Savaş Karabûlût anî ziman ku li Licê û Hezroyê li benda erdhejeke bi pileya 7.2'yan e û got ku ji bo vê tu amadekarî tune ne. Karabûlût ji bo budçeya heyî ji bo analîzên xetereyê yên erdhejê bê xerckirin bang li rayedaran kir.  * HDK, dê li dijî tecrîda li îmraliyê û polîtîkayên asîmlasiyonê gelek çalakiyan çandî li dar bixe.    * Aktivîst Zarmîna Paryanî ku ji bo pêşî ceza li Talîbanê bê birîn 8 roj in di greva birçîbûnê de ye, wiha bertek nîşan da: "Gelê me bi qirkirinan re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike."    * Qeydên bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî, dê di 14'ê Cotmehê de dest pê bikin.    * Abdurrahîm Çetînkaya ku înfaza wî 9 caran hatiye taloqkirin, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.    * Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan, Eyup Sabrî Tînaş bi lêv kir ku di rûviyên Arslan de pirsgirêk heye û got ku tevî bijîşkê girtîgehê ji bo rûviyên wî rapora korse nivîsiyê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve korse nayê dayîn û tedawiya wî tê astengkirin.     *Kincên şewitî û perçe bûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva ya Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin.    * Konferansa Jinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk ku dê du rojan berdewam bike, dê li Navenda Çanda û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makînayê ya Enqereyê dest pê bike. (10.00) * Danişîna doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê dê li 4’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00) * Danişîna Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê ya Enqereyê berdewam bike. (10.00) * Platforma Parastin û Piştgiriya Bajêr a Amedê, wê li Odeya Mîmaran, der barê tevlikirina Baxçeyên Hewselê û Sûran a li Lîsteya Mîrateya Çandî ya di bin Xetereyê de ji aliyê UNESCO’yê ve civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00) * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê dê di roja 44’emîn de berdewam bike. (13.30)