Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin 2023-09-08 09:38:56 MÊRDÎN - Ji malbata Tekîn ku tê îdiakirin ji ber kirêya malê bi polîsê parêzvaniya dozger dike re şer kiriye, 6 kes hatin girtin.    Li gorî îdiayê, cerdevanê bi navê Nîzamettîn Tekîn ku li Taxa TOKÎ ya navçeya Qosera Mêrdînê dijî, ji ber heqê kirê bi kirêgirê xwe polîsê bi navê T.Y.C. ku di heman demê de parêzvanê dozgere re ket nîqaşê. Nîqaş û şer pêr çêbûbû û li cihê bûyerê polîs hatin sewqkirin. Polîsan, Serokê Komeleya Keyayên Dêrikê Lokman Tekîn, cerdevan Nîzamettîn Tekîn, xizmên wan Fatîh Tekîn, Tahsîn Tekîn, Niyazî Tekîn, Mehmet Metîn Tekîn û M. Tekîn ê zarok bi îdiaya “birîndarkirina biqesdî” hatin binçavkirin.    6 KES HATIN GIRTIN   Piştî kar û barê îfadegirtinê yê li emniyetê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî her 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Qoserê kir. Dadgehê jî bi îdiaya “birîndarkirina biqesdî” ji bo Lokman Tekîn xizmên wî Nîzamettîn Tekîn, Fatîh Tekîn, Tahsîn Tekîn, Niyazî Tekîn û Mehmet Metîn Tekîn biryara girtinê da û M. Tekîn (17) jî bi şertê kontrola edlî berda.