Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin 2023-09-08 11:52:42   STENBOL - Cezayê muebbetê li girtî Mehmet Abay hatiye birîn lê Abay ev 7 meh in di statûya girtiyên muebbeta giran de tê ragirtin. Abay, xwest ku ev şert û mercên tecrîda girankirî bi dawî bibin.    Mehmet Abay li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji ajansa me re nameyek şand. Abay, di nameya xwe de da zanîn ku di 3’yê sibata 2023’yan de ji Girtîgeha Tarsusê sirgunî Girtîgeha Antalyayê hatiye kirin. Abay, diyar kir ku cezayê muebbetê li wî hatiye birîn lê ev 7 meh in li girtîgehê di mercên cezayê muebbeta giran de tê ragirtin.    Bi domdarî Abay destnîşan kir ku mafê wî yê hewadariyê yê tevahiya rojê heye lê ji ber ku di statûya muebbeta giran de tê ragirtin, rojê tenê saetekê bi 3 kesan re derdikeve hewadariyê.    'DI MERCÊN TECRÎDÊ DE TÊM RAGIRTIN’    Abay, di berdewamiya nameya xwe de ev agahî parve kirin: “Di nava tecrîdeke girankirî de me ku ev tecrîd li dijî qanûnên heyî ye. Sepanên heyî, veguherandine cezakirineke fiîlî. Li dijî van binpêkirina min serî li gelek cihan da lê tu bersiv nehatin dayîn. Bi taybet jî rêveberiya girtîgehê di vê mijarê de ji berpirsyartiya xwe direve. Her carê ji min re dibêjin; ‘Ev mijar Wezareta Edaletê eleqedar dike. Me eleqedar nake.’ Ji mafên xwe yên însanî û çandî bêpar têm hiştin. Dixwazim ev şert û mercên giran ên tecrîdê bên bidawîkirin û li gel girtiyên di statûya min de bimînim. Banga min ew e ku ev sepanên derqanûnî û derhiqûqî bi dawî bibin.”