Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e 2023-09-08 12:44:58   ENQERE -  Girtiyên siyasî Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag ji bo Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk peyam şandin û wiha gotin: “Divê em tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin ku îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinên me yên kolektîf in. Em ê hêj bêhtir pêş bikevin.”    Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk ku bi dirûşma “Bi serhildan û rexistinê em azadiyê diparêzin” tê lidarxistin, li Navenda Perwerde û Çandê ya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB’ê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ji bo konferansê peyam şandin.    GIRTIYÊN SIYASÎ PEYAM ŞANDIN    Di peyamê de wiha hate gotin: “Merheba ji we re jinên hêja û rêhevalên qedirbilind. Baweriya me tam e ku dê bibin berhema keda konferansên me yên ku rawestgeheke xebateke zêde û hevdîtinên bi gel re ye. Divê em tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin ku îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinên me yên kolektîf in. Em ê hêj bêhtir pêş bikevin. Weke rêhevalên we yên jin ên li zindanan, di her rewş û zehmetiyan de em bi we re ne. Ka em li paş xwe binêrin bê ka me heta niha çi bi dest xistine û em bibînin bê ka em ji ku bi serbilindî heta roja îro hatine... Bi hêza jinê ya kesek nikare pêşî lê bigire, bi zanebûniya zayendê û îradeya wê, bi şoreş û ruhê jinê re em ê vê qonaxê jî derbas bikin. Em silavên xwe yên germ ên rêhevaltiyê ji we re dişînin. Bi hezkirin, hêvî û bi berxwedanê re bimînin.”