Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin 2023-09-08 15:28:15   ÎZMÎR - Ji bo nivîskar Abdulmenaf Osman biryara dersînorkirinê hate dayîn. Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn hiqûqî nîne û wiha got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.”    Girtiyê siyasî nivîskar Abdulmenaf Osman li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin û 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma. Osman, di 3’yê îlonê de hate berdan. Ji bo Osman biryara dersînorkirina Osman û biryarên çavdêriya îdarî îtîraz hate kirin. Osman, niha li Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê tê ragirtin û parêzerê wî Halîl Coşkun li dijî biryara dersînorkirinê li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Manîsayê û li dijî biryara çavdêriya îdarî jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Edîrneyê îtîraz kir.    'TU HUKMÊ BIRYARA DERSÎNORKIRINÊ NÎNE’   Di daxwaznameya giliyê ya li dijî biryara dersînorkirinê de hat gotin ku Osman li gorî Qanûna Hejmar 6458’ê dikeve çarçoveya kesên divê neyên dersînorkirin û biryarên mînak ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn hatin rêzkirin. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku bêyî ku sedem werin diyarkirin biryara dersînorkirinê hatiye dayîn û ev yek jî li dijî hiqûqê ye. Daxwazname wiha didome: “Miwekîlê me di 5’ê îlonê de birine Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê. Dema em ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çûn wê derê, ji me re hat gotin ku ewraqên paşveşandinê nehatine amadekirin. Ev biryara behsa xeberê di 5’ê îlonê saet di 14.00’an de bi miwekîlê me re hatiye parvekirin. Di nava vê pêvajoyê de hêj biryara dersînorkirinê nehatibû dayîn. Biryara dersînorkirinê ya di pêvajoya hukmên qanûnê de nehatiye dayîn jî tu hukmê xwe nîne.”    HIŞYARIYA XETEREYA JIYANÎ   Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku li gorî armanca raye û kirariyên îdarî,  biryara dersînorkirinê li derhiqûqî ye û wiha hat gotin: “Biryara dersînorkirinê ya derheqê dozdar de li gorî usûl û esasên wê yekser li dijî hiqûqê ye. Her wiha heke ev biryar pêk were, dê dozdar ‘rastî zirarên ku telafîkirina wan nîne’ were. Heke dozdar bişînin welatê wî, xetereyeke mezin li ser jiyan û azadiya wî çêdibe. Lewma em dixwazin ku biryara dersînorkirinê were betalkirin.”    ÎTÎRAZ    Di daxwaznameya li dijî biryara çavdêriya îdarî ya ji bo 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê de jî ev tişt hatin gotin: “Biryara çavdêriya îdarî ya hatiye dayîn, li dijî peymanên navneteweyî û heqaniyetê ye. Miwekîlê me 30 salan di girtîgehê de ma lewma gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Miwekîlê me li navenda paşveşandinê nikare mafê xwe yê tenduristiyê baş bi kar bîne. Dema biryara dersînorkirinê û ya çavdêriya îdarî li gorî çarçoveya biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û DMME’yê tê nirxandin, tê dîtin ku gelek binpêkirinan di xwe de dihewîne. Ji ber sedemeke nerast, biryara çavdêriya îdarî hatiye dayîn. Bi vê biryara behsa xeberê re mafê ewlehî û azadiyê ya di çarçoveya xala 19’emîn a Destûra Bingehîn û xala 5’emîn a PMME’yê ye. Çalakiya ku weke hinceta sepandina biryarê hatiye nîşandan 30 sal berê hatiye kirin lewma divê mijara demborînê esas were girtin. Her wiha bi vê biryarê re biryara îdare û dadgeheke din tune hatiye hesibandin. Lewma em dixwazin ev biryar were betalkirin.”