Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin 2023-09-08 16:45:27 WAN - Cenazeyên endamên HPG’ê Ferhat Akdenîz û Muhterem Koç ku di pevçûna 26’ê tebaxê ya li çoltarê Farqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarên wan hatin definkirin.    Di 26’ê tebaxê de li Bameydan a girêdayî çoltarê gundê Hêlînê yê Farqîn a Amedê di navbera endamên HPG’ê û leşkerên dewleta tirk de pevçûn derket. Cenazeyên endamên HPG’ê Ferhat Akdenîz (Dilgeş Zîlan Guzereş) û Muhterem Koç (Mervan Wan) ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê û mînakên xwînê dan, cenazeyên zarokên xwe wergirtin û birin bajarên wan.    Cenazeyê Akdenîz li goristana navenda Gever a Colemêrgê û cenazeyê Koç jî li goristana Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate definkirin.    CENAZE DUH HATIN DEFINKIRIN    Dewleta tirk destûr neda ku di dema definkirinê de wecîbeyên olî pêk bînin û nehiştin ji bilî endamên malbatê tu kes tev li merasîma definkirinê bibe. Cenazeyên Akdenîz û Koç duh bi şev di bin dorpêça polîsan de hatin definkirin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Rahîm Saygi ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî di 5’ê îlonê de li Farqînê hatibû definkirin.